Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun beşdarî bîranîna helbestvan Arjen Arî bû.
Arjen Arî di 12. salvegera wefata xwe de bi bernameyek ji aliyê Weşanên Sor û malbata wî ve hat bibîranîn.
Di bernameya ku li Çand Amedê hat lidarxistin de Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî û diyar kir ku ew Arjen Arî yên salên xwendekariyê bibîr tînin.
Hatun, da zanîn ku ew derbarê zimanê kurdî de pir hesas in û got, "Heta nefesa xwe ya dawî em ê li pêşberî vî gelî her tim bi kurdî biaxivin. Divê gelê me her tim li her derê bi zimanê xwe bijî."
Di çalakiya bîranînê de pêşangeha wêneyan û fîlma Bîraxane hat pêşandan. Bernameya bîranînê bi xwendina helbestênArjen Arî ku û stranên ji helbedtên Arjen Arî pêk dihat ji aliyê hunermend Mehmet Atlî û Xalit Tarî ve bi dawî bû.
Di çalakiya bîranînê de Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û endamên meclîsê bi Hevşaredar Hatun re amade bûn.