Li Kaniya Îkramê her roj şorba germ li 2 hezar kesî tê belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Kaniya Îkramê ya ku li 4 nuqteyên bajêr hatiye danîn, her hefte li 2 hezar kesî dest bi belavkirina şorbeya bêpere kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî bi Kaniya Îkramê ya ku li ber nexweşxaneyên li bajêr hatiye çêkirin, şorba germ pêşkêşî welatiyan dike.

 Şorba ku serê sibê li aşxaneya Daîreya Xizmetên Civakî di hawîrdoreke hîjyenîk de tê amadekirin, her hefte bi rêya Kaniya Îkramê ya ku li ber Polîklînîka Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî û Nexweşxaneya Jineolojî û Zarokan hatiye avakirin, ji welatiyan re tê dayîn. 

'Em rojane ji 2 hezar kesî re şorbe pêşkêş dikin'

Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim diyar kir ku ew ji bo xizmeta welatiyan dixebitin û wiha got: “Me bi hatina mehên zivistanê re li Kaniyên Îkramê yên ku me wek xizmeta lîmonatê bi kar dianîn dest bi servîskirina şorbê kir û wiha got: “Em rojane ji 2 hezar kesî re şorbeya germ pêşkêş dikin.”

'Me pir eciband'

Ji welatiyan Nilgûn Ozsoy got ku ji ber nexweşiya wê hatiye bajêr û wiha got: “Em ji Sakaryayê hatine, li Zanîngeha Dîcleyê nexweşek me heye. Me li derve kaniya îkramê dît û bala me kişand. Şorbe pêşkêşî me kirin û me pir eciband. Ez ê vê projeyê bigihînim Sakaryayê û wek nimûne pêşkêşî bikim. Em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikin.”

'Em spasiya Şaredariyê dikin'

Xebatkarê Zanîngeha Dîcleyê Ferît Mendaş, diyar kir ku Kaniya Îkramê rehetiyê dide wan û wiha got: “Dema hûn tên ser kar û piştî peywirê firkirina şorba germ li vir xweş e. Em spasiya xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikin.”

Şaredariya Bajarê Mezin, dê di mehên zivistanê de jî şorba germ ji Kaniya Îkramê re pêşkêşî welatiyan bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31