Ji DOGUNSÎFED'ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê DOGUNSÎFEDê Devrîm Turk û endamên lijneya rêveberiyê pêşwazî kirin.

Serokê Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazên Rojhilatê Başûrrojhilat (DOGUNSÎFED) Devrîm Turk û endamên lijneya rêveberiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun bi Turk û endamên lijneyê re hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtinê de der barê lûtkeya ku ji aliyê Konfederasyona Karsaz û Karsazên Tirk (TURKONFED) ve di 6-7ê Kanûnê de li Amedê bi temaya "Rîskên Gerdûnî, Çareseriyên Herêmî" tê lidarxistin de nêrîn hatin parvekirin.

Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk bi Hevşaredar Bucak û Hatun re amade bû.

 

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30