Berazê kovî yê ku ketibû bîrê hat rizgarkirin

Berazê kovî yê ku li gundê Qemîkan a navçeya Pasûrê ket kaniyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ekîbên AFADê va hat xilaskirin.

Welatiyên ku dîtin li gundê Qemîkan a navçeya Pasûrê ya Amedê di bîra avê de berazek heye agahî dan ekîban. Ekîbên Serokatiya Daîreya Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Pasûrê û AFADê yên ku li ser xeberê çûn deverê, ji bo ku beraz ji bîrê xilas bikin zend û bendên xwe şidandin.

Di xebata dijwar a ji ber barana hewayê de ekîb bi daliqandina kaniya 8 metreyî daketin xwarê. Ekîban berazê ku bi benekê girêdabûn ji bîrê derxistin.

Berazê kovî ji aliyê ekîban ve hat rizgarkirin û dîsa ber bi xwezayê ve hat berdan.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30