Hevşaredar Hatun Beşa Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ziyaret kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, yekîneyên girêdayî Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ziyaret kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê ziyaret kir. Hatun hemû yekîneyên girêdayî Midûriyetê ziyaret kirin û der barê xebatên ku hatin kirin û didomin de ji serokên yekîneyên eleqedar agahî girtin.

Der barê xebatên rê yên ku di nava hefteyekê de li 17 navçe û gundan ku 4 ji navendê ne, ji aliyê yekîneyên beşê ve daxuyanî hat dayîn.

Di serdanê de Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, Serokê Daîreya Çêkirina Avahiyan û Koordînasyona Binesaziyê Ozgur Tekîn û Serokê Daîreya Xizmetên Piştevaniyê Arif Çelîk bi Hevşaredar Hatun re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30