Enstîtûya Pêşxistina Demokratîk serdana Hevşaredaran kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Rêveberê DPI’ê Kerîm Yildiz û Endamê Lijneya Pisporan a DPI’ê Vegard Ellefsen kirin mêvan.

Rêveberê Enstîtuya Pêşveçûna Demokratîk (DPI) ya saziya sivîl a Londonê Kerîm Yildiz û Endamê Lijneya Pisporan a DPI û Sefîrê berê yê Norwêcê Vegard Ellefsen, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kir.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Bucak û Hatun bi Yildiz û Ellefsen re hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtinê de li ser geşedanên di rojevê de nêrîn hatin guherandin.

Hevşaredar Bucak û Hatun qedehek bi sifir xêzkirî diyarî Yildiz û Ellefsen kirin.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk jî beşdarî serdanê bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30