Kontrola Aşxaneya ku ji bo Xwaringehên Gel xwarinê çêdike

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Aşxaneya Şorbeyê ya ku xwarinên Xwaringeha Gel lê tên amadekirin, di warê paqijî û kalîteyê de kontrol kirin.

Ekîbên Kontrola Xwarinê yên girêdayî Midûriyeta Karên Tenduristiyê li Aşxaneya Şorbê ya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ku ji bo Xwaringehên Gel xwarinan çêdike, dest bi kontrolên asayî kirin.

Beriya her tiştî Aşxane hatin kontrolkirin ku ji xwarinên nimûne hatine girtin, paqijiya alavên ku di hilberîna xwarinê de têne bikaranîn û jîngeh û deverên depokirinê, gelo karmend hewcedariyên paqijiyê yên wekî kum, maske û qapaxên pêlavan bi cih tînin an na, asta germahiya embar û hemû malzemeyên ku di xwarinê de tên bikaranîn ji bo kalîte û paqijiyê hatin kontrolkirin.

Ekîban pişt re li Taxa Yenîşehîrê li Kolana Hunerê li Xwaringeha Gel kontrol kirin.

'Divê welatî rehet bin'

Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli, der barê kontrolê de daxuyanî da û ji welatiyên ku tên Xwaringehên Gel û ji xizmetê sûdê werdigirin xwest ku rehet bibin. Saçakli diyar kir ku ji bo xwarinên ku li Xwaringehên Gel tên çêkirin bi tendurist bin, ew li gor pîvanên paqijî û kalîteyê tevdigerin û agahî da ku hemû xwarinên ku tên temînkirin ji aliyê endezyarên xurek û parêzvanên ku di warên xwe de pispor in ve tên kontrolkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30