Hevşaredar Bucak, bi şaredarên Karlsruhe û Loule re hevdîtin kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi şaredarên Karlsruhe yên Almanya û Loule yên Portekîzê yên beşdarî Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêmên Ewropayê (CEMR) bûn re hat cem hev.

Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) ku li bajarê Karlsruhe yê Almanyayê hat lidarxistin, dewam dike.

Di çarçoveya hevdîtinê de Hevşaredar Bucak bi Şaredarê Karlsruhe yê Almanyayê Frank Mentrup û Şaredarê Loule yê Portekîzê Vîtor Alexîo re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinan de hevkariya di navbera şaredariyan û xebatên hevpar ên ku dikarin bikin hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtina Hevşaredar Bucak de, Hevşaredara Wanê ya berê Bedîa Ozgokçe jî li gel hevşaredar Bucak amade bû.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30