Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan kupaya yekemîn diyarî Hevşaredaran kir

Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Şaredariya Bajarê Mezin, ku di 8 pêşbirkên ku li bajêr lîstin de bi ser ket û li parêzgehê bû yekemîn, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kirin û kupaya yekemîn pêşkêş kirin.

Werzişvanên Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rahêner û Serokê Klûba Sporê ya DBBê Baran Yilmaz, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kirin.

Werzişvanên Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên ku di Koma A ya jinên ciwan de 8 pêşbirk, di nîvfînalê de 6 û di fînalê de 2 pêşbirk bi ser ketin û li Amedê bûn yekemîn, kûpaya ku bi dest xistin pêşkêşî Hevşaredaran kir.

Kaptanê tîmê Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun vexwend maça ku Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di Koma 15emîn a Lîga 2yemîn a Voleybolê ya Jinan de têdikoşe, dê roja yekşemê li Salona Sporê ya Koşklerê bi Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê re bilîze. .

Hevşaredaran tîmê pîroz kirin

Hevşaredaran ji ber serkeftina tîmê pîroz kirin û di pêşbirkên herêmê de hêviya serkeftinê ji wan re xwestin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31