Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB di maça dijwar de têk çû

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hember Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê 3-1 têk çû.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di Lîga 2yemîn a Koma 15emîn a Jinan de têdikoşe, li Salona Sporê ya Koşklerê ji Tîma Voleybolê ya Jinan a Hatayê re mazûvanî kir.

Pêşbirk ji aliyê berpirsên Dezgeha Xizmetên Ciwan û Sporê, endamên meclîsê û temaşevanên sporê ve hat şopandin. Temaşevanan di tevahiya maçê de bi tilîliyên bi coş piştgirî dan tîma xwe.

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB ku di pêşbirkê de baş derket pêşberî hevrikê xwe yê dijwar 3-1 têk çû.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di komê de berdewam dike û di 28'ê Kanûnê de li Dîlokê bi Tîma Voleybolê ya Jinan a Merînosê re rûbirû ye.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31