Beriya sersalê cihên şahiyê hatin kontrolkirin

Ekîbên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya sersalê cihên şahiyê kontrol kirin.

Ekîbên Kontrola Xwarinê ya Midûriyeta Karên Tenduristiyê û ekîbên Midûriyeta Zabiteyan, beriya sersalê ji bo ewlehiya tenduristiya welatiyan kontrolên hevpar li cihên şahiyê kirin.

Kontrolan danê êvarê dest pê kir û heta derengiya şevê dewam kir. Di kontrolan de dema berhemên li mekanan hatin lêkolînkirin, beşa metbexê ya aşxaneyê jî ji bo paqijiyê hatin kontrolkirin.

Ji bo aramî û tenduristiya gel wê kontrol berdewam bikin

Di saxbêriyan de ekîbên zabiteyan îcazeya ciyan jî kontrol kirin. Ji bo aramî û ewlekariya tenduristiya gel, ekîbên li qadê dê xebatên wekî kafe, cihên şahiyê, xwaringeh û fastfoodan kontrol bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30