Hevşaredar Bucak beşdarî ayîna Noelê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî merasima Noelê ya ku li Dêra Meryemê hat lidarxistin bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî merasîma Noelê ya ku li Dêra Meryema ya li Sûrê ya girêdayî Ortodoksên Suryan hat lidarxistin bû.

Tevî Hevşaredar Bucak, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol û welatî beşdarî merasîmê bûn.

Pastor Gabriel Akyuz ku merasîmê bi rê ve birin xwest ku sala nû bibe sedema azadî, aştî û tenduristiyê.

Piştî rêzgirtinê Hevşaredar Bucak û kesên pê re Weqfa Çand û Piştevaniyê ya Pêşvebirina Amedê (DÎTAV) a li nêzî dêrê ye ziyaret kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30