Hevşaredar Bucak serdana Şaredariya Hîlwanê kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarên Hîlwanê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl ziyaret kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, piştî Civîna Lijneya Rêveber a Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ku li Urfayê hat lidarxistin çû navçeya Hîlwanê. Hevşaredar Bucak ku Şaredariya Hîlwanê ziyaret kir, ji aliyê hevşaredar Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê, Hevşaredar Bucak der barê xizmetên şaredariyê de bi kesên eleqedar û Yeşîl re nêrînên xwe nirxand.

Di serdanê de endamên meclîsê bi Hevşaredar Bucak re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31