Li Zarokistanê çalakiya serê salê hat lidarxistin

Li Zarokistanên 450 Evler û Baxcilarê ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne, şeva sersalê hat lidarxistin.

Ji bo zarokan li Zarokistan û Nnavendên Lênêrîna Bi Roj ên girêdayî Midûriyeta Şaxa Zarokan a Midûriyeta Xizmetên Civakî ji bo zarokan çalakiya fedayî pêk hat.

Di çarçoveya çalakiyê de zarokan bi tepsiyên tijî xwarinên ku ji berê de ji aliyê dê û bav û mamosteyan ve hatibûn amadekirin, li dersxaneyan geriyan, ji heval û hogirên xwe re silav kirin û sala nû bi wan re pîroz kirin. Zarokên ku cil û bergên rengîn li xwe kiribûn, di çalakiyê de bi mamoste û malbatên xwe re stranên gelêrî gotin.

Çalakî piştî xwarinê ji xwendekaran re hat dayîn bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30