Print this page

Hevşaredaran mêvandariya rêveberên Odeya Mîmaran kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên Şaxa Odeya Mîmaran û endamên lijneyê pêşwazî kirin.

Hevserokên Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Arîf Îpek û Derman Ûngûr û endamên lijneyê, hatin serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredaran Bucak û Hatun bi rêveberên Odeya Mîmaran re civînek li dar xistin.

Di serdanê de der barê pirsgirêkên li bajêr tên jiyîn û çareseriya van pirsgirêkan de fikr û raman hatin parvekirin.

Hevşaredar Bucak û Hatun ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û ji ber serdanê spasiya Hevserok û endamên rêveberiya Odeya Mîmaran kirin.

 

Image Gallery