Bêrma ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Çêrmûgê temam kiriye, ava vexwarinê ya nêzîkî 7 hezar ajalan dabîn dike. Niştecihên taxê yên ku tenê çavkaniya wan a debara jiyanê ajaldarî ye, gotin: "Heta niha ji ber ku ava me tunebû em perîşan dibûn. Ji vir û pê ve em ê rehet bibin."
Serokatiya Xizmetên Gundewarî, ji bo pêşxistina çandinî û ajaldariyê xebatên xwe didomîne. Tîmên girêdayî Serokatiyê, li seranserê bajêr ji bo bikaranîna avê bi awayekî berdar û gihandina avê bi erdên bê av re projeyên nû pêk tînin.
Di çarçoveya projeyan de tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, gola ku li taxa Bircemalê ya navçeya Çêrmûgê dest bi avakirina wê kiribû temam kir û xiste ber xizmeta xwediyên ajalan. Xebatên avakirina golê ya li taxa Yalazayê ya navçeya Licê jî berdewam in.
Cotkar û ajaldar ku ji avakirina golan û xistina wan a ber xizmetê ya ku dê pêdiviya avê ya bi hezaran ajalan dabîn bike kêfxweş bûne, gotin ku ji xizmetan razî ne.
'Ji ber ku ava me tunebû em perîşan dibûn'
Muxtarê taxa Bircemalê ya navçeya Çêrmûgê Ferît Gul, diyar kir ku tenê çavkaniya wan a debara jiyanê ajaldarî ye û got ku avakirina golê ji bo ajalên wan ew pir kêfxweş kirine. Gul anî ziman ku li taxê 33 mal hene û got: "Hemû jî bi ajaldariyê re mijûl dibin. Em xwediyê 6-7 hezar ajalan in. Zeviyên me tunene. Tenê çavkaniya me ya debara jiyanê ajaldarî ye. Heta niha ji ber ku ava me tunebû em perîşan dibûn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li vir ji me re gol çêkir. Xwedê ji wan razî be. Dema ku bi baranê gola me tijî av bibe, em ê hîn bêhtir rehet bibin."
'Pezên me bê av bûn'
Ajaldar Muhîttîn Gul, spasiya xwe ji Şaredariya Bajarê Mezin re kir û got: "Li vir 33 mal hene. Hemû pez xwedî dikin. Pezên me bê av bûn. Niha Şaredariya Bajarê Mezin gola me çêkir. Ji ber vê yekê em pir pir kêfxweş in. Em pir spas dikin."
Serhat Gul jî anî ziman ku 20 sal in hewcedariya wan bi goleke wiha hebû û bal kişand ser wê yekê ku êdî ajalên wan bê av namînin.
'Xebat gelek baş diçe, em razî ne'
Muxtarê taxa Yalazayê ya navçeya Licê Hemdullah Çelîk, diyar kir ku li gund ajaldarî tê kirin û got ku tîm bi awayekî çir dixebitin û ew ji vê rewşê razî ne.
'Ji bo zevî û baxçeyên me av tunebû'
Ajaldarê taxa Yalazayê Eşref Taşkaya jî diyar kir ku serîlêdana ku wan ji Şaredariya Bajarê Mezin re kirine pir zû hatiye bersivdan û got: "Xwedê ji wan razî be, hatin ji me re gol çêdikin. Ji bo zevî û baxçeyên me av tunebû. Alîkariya me dikin, hefteyek e bi awayekî çir dixebitin."
Â