Tîma Voleybolê ya Jinan a DBByê lîg di rêza 3yemîn de bi dawî kir

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lîga 2yemîn a ku cara ewil tê de derketibû pêşbirkê, di rêza 3yemîn de bi dawî kir.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Klûba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin, bi performanseke serkeftî lîg di rêza 3yemîn de temam kir û beşdarî şampiyoniya herêmê bû.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di maça dawî ya Lîga 2yemîn a Voleybolê ya Jinan de li derve bi Tîma Voleybolê ya Wêranşarê re leyîst, reqîbê xwe 3-1 têk bir.

Di vê sezonê de di lîga ku cara ewil tê de ketin pêşbirkê de, di 18 pêşbirkan de 15 serkeftin û 3 têkçûn bi 2 puanan li paş lîderî, di rêza 3yemîn de qedand.

Bi vê encamê Tîma Voleybolê ya Jinan dê beşdarî şampiyoniya herêmê ya di kategoriya ciwanan a voleybolê ya jinan de ku wê meha Nîsanê dest pê bike, bibe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31