Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Madeyên Hişber vedibe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hişyariya berpirsiyariya civakî ya der barê tiryakê de zêde bike û ji bo piştgiriya derûnî-sosyal were dayîn, Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Madeyên Hişber ava dike.

Daîreya Xizmetên Civakî ji bo zêdekirina hişmendiya berpirsiyariya civakî ya derbarê tiryakê de û ji bo peydakirina piştgiriya derûnî ji kesên tiryakêş û xizmên wan re, Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Madeyên Hişber ava dike. Navendê; armanc ew e ku bi bernameyên ku perwerdehiya herêmî, kampanyayên hişyariyê û lêkolînên tevlêbûna civakî, û her weha hevkariyên sazî, serdanên malê û nûnerên gel di nav xwe de vedihewîne, çareseriyên bi bandor hilberîne û beşdariya civakî di şerê li dijî tiryakê de misoger bike. Projeya ku dê 2 psîkolog û 2 xebatkarên civakî bi kar bînin, armanc dike ku li ser asta herêmî mekanîzmayeke xurt a piştevaniyê ji bo tiryakê bê avakirin.

Navend dê di 31'ê Çileyê de li Mala Kevirî a li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê bi merasîmeke vekirinê dest bi xebatê bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31