Hevşaredaran Prof. Dr. Gorur pêşwazî kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, mazûvaniya Prof. Dr. Naci Gorur kir.

Zanyarê Erdê Prof. Dr. Nacî Gorur Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kir.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevserok Bucak û Hatun bi Prof. Dr. Gorur re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de mijarên “bajarên li dijî erdhejê, rola rêveberiyên herêmî, herêm û plansaziya bajaran” hatin nirxandin.

Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Serokê Daîreya Bajarvanî û Plansaziyê Murat Emînoglu, Serokê Daîreya Karûbarên Afetê Azad Yildiz û endamên meclîsê bi Hevserokan re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31