Zarok di şahiya huner û sporê de hatin ba hev

Şaredariya Mezin a Amedê, li taxa Hewrê ya navçeya Karazê "Şahiya Huner û Sporê bi Zarokan re" li dar xist.

Serokatiya Xizmetên Civakî, Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî û Serokatiya Xizmetên Ciwanan û Sporê çalakiyên ku ji bo zarokên ku li taxên gundan dijîn didomînin. Di vê çarçoveyê de li taxa Hewrê ya navçeya Karazê "Şahiya Huner û Sporê bi Zarokan re" hat lidarxistin. 600 zarok beşdarî şahiyê bûn ku Şaredariya Karazê jî piştgirî dayê. Çalakî bi pêşwazîkirina zarokan dest pê kir û bernameya çalakiyê hat nasandin.

Di çalakiyê de atolyeya rîtmê, xebata wênekêşanê, tenîsa maseyê, basketbol, trambolîn, lîstikên aqil û zêhnê, pêşbaziyên bi kêf û çalakiyên sporê hatin kirin. Di çarçoveya çalakiyê de karmendên Şaredariya Mezin rûyê zarokan rengandin û bi zarokan re govend girtin.

Hevserokên Şaredariya Karazê Roza Altindag û Mehmet Şik, di çalakiyê de bi zarok û malbatên wan re ji nêzîk ve eleqedar bûn. Hevserok, piştî ku bi zarokan re govend girtin, boyax kirin.

Di dawiya bernameyê de ku zarokan eleqeyeke mezin nîşan da, diyarî ji zarokan re hatin dayîn û cûrbecûr xwarin hatin pêşkêşkirin.

'Me pêşaniya xwe da zarokan'

Hevseroka Şaredariya Karazê Roza Altindag ku li ser çalakiya hatî lidarxistin axivî, ji ber çalakiyê spasiya xwe ji Şaredariya Mezin a Amedê re kir. Altindag, der barê çalakiyê de wiha axivî: "Dema me li vir dest bi kar kir û em li gundan geriyan, me ew hêviya di çavên zarokan de dît. Di rastiyê de me ev teşxîs kir; tenê mezin dikarin daxwaz bikin. Tu daxwaza zarokan nayê berçavgirtin an jî daxwazên wan nayên qebûlkirin. Me jî pêşaniya xwe da zarokan. Me îro li vir hewl da ku em bikevin wê dinyaya zarokan a xweşik. Em ji ber alîkariyên Şaredariya Mezin spasiyên xwe pêşkêşî Hevserokên Şaredariya Mezin dikin. Her hebin, sax bin. Em dixwazin ku ev cûre çalakî bidomin."

Zarokan xwest ku çalakî bidomin

Zarokan kêfxweşiya xwe ya ji ber çalakiya ku hatî kirin anîn ziman, spasiya xwe ji Şaredariya Mezin re kirin û xwestin ku çalakî bidomin.

'Em pir kêfxweş bûn, ez pir bextiyar im'

Nisa Çalî ji zarokên ku kêfxweşiya xwe ya ji ber çalakiya ku hatî kirin anîn ziman, got: "Min li vir wêne çêkir. Min bi hevalên xwe re baz da. Paşê me lîstik lîst. Me xanî û tişt kişandin. Me boyax kir. Em bi hev re kêfxweş bûn. Em pir kêfxweş bûn, ez pir bextiyar im."

'Min çalakî pir ecibandin'

Elif Başbug ku anî ziman ku ew di festîvalê de kêfxweş bûye, diyar kir ku piştî lîstina basketbolê wê wêne çêkiriye, Dicle Acar jî got: "Min çalakiyên ku li vir hatin kirin pir ecibandin. Em dîsa dixwazin. Em pir spasiya Şaredariya Mezin a Amedê dikin."

Aram Firat Kiliç ku diyar kir bi saya çalakiyê pir kêfxweş bûye jî ev tişt got: "Min wêne çêkir, basketbol, tenîs û dart lîst, ez li trambolînê bazdam."

 

Image Gallery