Hevşaredar Bucak beşdarî Bernameya Nasandinê ya Şaredariya Zurîhê bû

Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak, beşdarî bernameya nasandinê ya ku ji aliyê Şaredariya Zurîhê ve hatiye lidarxistin û tê de pergalên veguhestinê, bajarvaniya jîr û jinavbirina zibilên hişk ên bajêr hatin ravekirin, bû.

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî bernameya nasandinê ya ku di navbera 4-7'ê Sibatê de ji aliyê Serokatiya Şaredariya Zurîhê ve hatiye lidarxistin û tê de pergalên veguhestinê, bajarvaniya jîr û jinavbirina zibilên hişk ên Kantona Zurîhê hatin ravekirin, bû.

Serdana Navenda Veqetandina Zibilên Hişk

Hevşaredar Bucak, di roja yekem a bernameyê de serdana Navenda Veqetandina Zibilên Hişk a Şaredariya Zurîhê kir. Karmendên navendê, derbarê çawaniya xebitîna pergala berhevkirin û veqetandina zibilan de pêşkêşiyek pêk anîn.

Di bernameyê de Serokê Beşa Parastina Hawirdorê û Kontrolê Îbrahîm Yalçin, Seroka Beşa Karûbarên Agahiyê Berçim Guzel û endamên meclisê li gel Hevşaredar Bucak bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30