Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, ji esnafên li navçeya Sûrê re levhayên derî yên bi Kurdî belav kirin.
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi Rêveberiya Çandê ya Şaredariya Sûrê re, ji ber 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li taxa Sûrê li Kuçeya Gazî çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de Hevserokê Şaredariya Sûrê Adnan Orhan, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zeynep Yaş, Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Berivan Güneş û endamên meclisê beşdar bûn.
Di çalakiyê de, bi erbaneyên re ji esnaf û welatiyan re broşurên bi Kurdî, levhayên derî yên "vekirî-girtî", kokartên ku hestiyariya zimanî rave dikin û sticker hatin belavkirin.
Hevserokê Şaredariya Sûrê Orhan û serokên daîreyên Şaredariya Bajarê Mezin bi esnafan re sohbet kirin, girîngiya zimanê dayikê anîn ziman û levhayên ku bi xwe re anîbûn belav kirin.
Â