Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî konsêr û xwendina helbestê bû ku ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatibû lidarxistin.
Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ve ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatine lidarxistin, bi konsêr û xwendina helbestên bi Zazakî berdewam kirin.
Di bernameya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê de hat lidarxistin de, Serra Bucak Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê, Çigdem Kiliçgun Uçar Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Saliha Aydeniz Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Zeynep Yaş Seroka Karûbarên Çandî û Civakî, serokên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û edebiyatvanên ku di warê ziman de dixebitin û gelek kesên din beşdar bûn.
Di konsêrê de hunermend Celo Boluz, Derya Cengîz, Eylul Nazler, Xoser Rayirwan, Wusar, Bedriye Topaç, Omer Barasi, Idris Yazar û Mem Keleş Çilek stran û helbestên Zazakî pêşkêş kirin.