Ji bo welatiyên ku ji terawîhan derdikevin şêranî tê pêşkêşkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatiyên ku ji nimêja terawîhê derdikevin şêranî pêşkêş kir.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, di roja yekemîn a Meha Remezanê de li pêşiya Mizgefta Mezin stand vekir û ji bo welatiyên ku ji Nimêja Terawîhê derdikevin şêranî pêşkêş kir.

Tîmên Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, beriya nimêja terawîhê standa "Çareserî Di Cih De" vekir. Tîmên ku li standê daxwaz û pêşniyarên welatiyên qeyd dikirin, ji bo kesên ku ji Nimêja Terawîhê derdikevin şêranî belav kirin.

Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, li standê guhdariya welatiyên kir û daxwazên wan yek bi yek not kirin. Guneş, ku meha Remezanê li welatiyên pîroz kir, silavên Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ragihand.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, di dirêjahiya meha Remezanê de li mizgeftên cuda yên bajêr dê stand vekin û hem dê guhdariya daxwaz û pêşniyarên welatiyên bikin û hem jî dê şêranî pêşkêş bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30