Li avahiya xizmetguzariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tetbîqata îtfaiyeyê hat kirin ku li hemberî rewşa îhtîmal a şewatê rêgezên vemirandin, xilaskirin, parastin û alîkariya ewil hatin girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya rêziknameya "Planên Rewşa Lezgîn, Vemirandin û Alîkariya Ewilî" ya di Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar a bi hejmara 6331ê de cih digire, li avahiya xwe ya xizmetê tetbîqata agirkujiyê ya realîst pêk anî. Ev tetbîqat bi hevkariya Yekîneya Tenduristî û Ewlehiya Kar a Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê û Midûriyeta Karûbarên Agir û Afatê hat kirin.
Li Salona Civînê ya Meclisa Bajêr piştî civîna perwerde û agahdarkirinê ya ku li Salona Civînê ya Şaredariyê hat lidarxistin saet di 11.10an de tetbîqata agirkujiyê dest pê kir û nêzî saetekê dewam kir.
Sekreterê Giştî Gorduk rêvebiriya tetbîqatê kir
Di dema ku Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk wek midûrê lezgîn tetbîqata agirkujiyê birêve dibir, Alîkarên Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Ozgur Yildiz û Serokê Daîreya Karûbarên Afatê Azad Yildiz wek alîkarên midûrê acîl xebitîn.
Di tetbîqata ku serokên daîreyên li avahiya xizmetê ya şaredariyê rêvebirên ekîbê bûn, ekîbên vemirandin, xilaskirin, parastin û alîkariya ewil ên ku di plana tehliyekirina lezgîn de hatibûn diyarkirin beşdar bûn.
Karmend ji avahiyê hatin derxistin
Li gorî senaryoya ku di tetbîqatê de hat amadekirin, piştî şewatê personelên di avahiyê de hatin tehliyekirin, vemirandina agir, lêgerîn û xilaskirin û alîkariya ewil ji bo birîndaran hat kirin û birîndar jî bi darbenan birin ambûlansê. Wesayîtên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê û agir vemirandin û kesên li qatan asê mabûn bi lez hatin xilaskirin.
Â