Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, di hin taxên navçeyên Kayapinar û Yenîşehirê de, xebatên projeyeke stratejîk a 625 milyon lîreyî dest pê kir ku dê binesaziya ava vexwarinê, kanalîzasyonê û ava baranê xurt bike û çareseriyên demdirêj pêşkêş bike. Bi vê projeyê, dê 112 hezar û 700 metre xeta ava vexwarinê, 73 hezar metre kanalîzasyon, û 5 hezar û 239 metre xeta ava baranê bê raxistin.
Serokatiya Daîreya Projesaziya Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), piştî etûd û analîzên lêçûnên demdirêj, projeya "Karê avakirina beşeke tora ava vexwarinê, kanalîzasyon û ava baranê li seranserê bajarê Amedê" dest pê kir. Bi projeyê ku pêvajoya wê ya îhaleyê bi nêzîkî 625 milyon TL temam bû, li gorî zêdebûna nifûsê û bajarvaniyê, dê di binesaziya av, kanalîzasyon û ava baranê de baştirkirinên bingehîn bên kirin.
Xebatên di çarçoveya projeyê de
Di çarçoveya projeyê de li taxa Talaytepe ya navçeya Kayapinarê dê xebateke berfireh a xeta ava vexwarinê bê kirin, binesaziya ava vexwarinê ya herêmê dê bê xurtkirin, binesaziya kanalîzasyonê dê bê firehkirin û xeteke valakirina ava baranê dê bê avakirin. Li taxa Dokmetaşa navçeya Yenîşehirê dê xeta ava vexwarinê bê raxistin, sîstemeke berfireh a kanalîzasyonê dê bê avakirin û ji bo rêvebirina ava qirêj dê navendeke paketê ya bilindkirinê bê damezrandin. Li navenda paqijkirinê ya li navçeya Kayapinarê dê depoya ava vexwarinê bê avakirin, û li taxa Ûçkuyulara navçeya Yenîşehirê jî xeteke nû ya ava vexwarinê dê bê avakirin.
Xebata xeta ava vexwarinê ya 112 hezar û 700 metre
Bi projeyê, li taxa Talaytepe 52 hezar û 200 metre; li taxa Dokmetaş 38 hezar û 900 metre û li taxa Ûçkuyular 21 hezar û 600 metre, bi tevahî 112 hezar û 700 metre xeta nû ya ava vexwarinê dê bê çêkirin. Li taxa Dokmetaş 43 hezar metre, li taxa Talaytepe 30 hezar metre, bi tevahî 73 hezar metre xeta nû ya kanalîzasyonê dê bê raxistin, û li Talaytepe 5 hezar û 239 metre xeta nû ya ava baranê dê bê avakirin.
Dê depoya avê bê çêkirin
Her wiha li herêma Tesîsa Paqijkirina Avê, depoyeke avê ya bi kapasîteya 5 hezar metrekup dê bê avakirin. Ev depo, dê bi rêya boriyên pola û boriyên polietîlenê avê bighîne taxên Dokmetaş û Talaytepeyê û bi vî awayî dê karîgeriya binesaziyê bê zêdekirin.
Xebatên projeyê dest pê kir
Xebatên xeta ava vexwarinê ya projeyê, li Bulvara Necmettin Erbakan a taxa Talaytepe bi raxistina boriyên polietîlenê, û xebatên xeta kanalîzasyonê jî li taxa Ûçkuyular bi bikaranîna boriyên betonê dest pê kirin.
Armanc ew e ku pirsgirêk heta sala 2060'î bên çareserkirin
Tê texmînkirin ku temenê aborî yê projeyê 35 sal e, û dema ku xebat bên temamkirin, tê hedefkirin ku pirsgirêkên binesaziyê yên li herêmên ku di çarçoveya projeyê de ne, heta sala 2060'î bên çareserkirin.
Â