Print this page

Balyoza Fransayê Dumont serdana Şaredariya Mezin kir

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, Balyoza Fransayê ya Enqereyê Isabelle Dumont pêşwazî kir.

Balyoza Fransayê ya Enqereyê Isabelle Dumont û Musteşarê Karûbarên Siyasî yê Balyozxaneyê Kilian Vivien, ku ji bo hinek têkilî û hevdîtinan hatibûn Amedê, serdana Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak kirin.

Hevşaredar Bucak, piştî pêşwazîkirinê bi Dumont re hevdîtinek pêk anî.

Hevşaredar Bucak, kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê anî ziman û bi Dumont re li ser pêşketinên rojane nêrîn û dîtin parve kirin.

Di serdanê de Alîkara Sekretera Giştî Zerîn Turk û Endama Meclisê Gulay Kiliç ligel Bucak bûn.

 

Image Gallery