Print this page

Hevşaredar Hatun tevlî merasîma cenazeyê Dayika Aştiyê Arat bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tevlî merasîma cenazeyê Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku jiyana xwe ji dest da, bû.

Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku duh, li nexweşxaneya ku li Amedê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Baglarê merasîm hat lidarxistin. Ligel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî merasîmê bûn.

Piştî merasîmê cenazeyê Aratê li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.

 

Image Gallery