Serdana malê ji 400 welatiyên temenmezin re

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber Hefteya Rêzgirtina Pîran a 18-24ê Adarê û nêzîkbûna Cejna Remezanê, serdana welatiyên temenmezin li malên wan kirin û pakêtên cejnê belav kirin.

Midûriyeta Şaxa Xizmetên Pîran a girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, ji kontrola tenduristiyê bigire heya lênihêrîna kesane, ji paqijiya malê bigire heya alîkariya amûrên tibî, her cûre piştgirî dide welatiyên 60 salî û mezintir ên ku bi tenê dijîn û hewcedariya wan bi lênihêrînê heye.

Midûriyeta Şaxa Xizmetên Pîran a ku xebatên xwe didomîne, ji ber Hefteya Rêzgirtina Pîran a 18-24ê Adarê û nêzîkbûna Cejna Remezanê, serdana welatiyên temenmezin ên li bajêr dijîn li malên wan kirin û pakêtên cejnê belav kirin.

Midûriyeta Şaxa Xizmetên Pîran, bi armanca ku welatiyên temenmezin xwe hêja hîs bikin û baweriya xwe bi xwe bînin, armanc dike ku bigihîje 400 malan.

Pakêta cejnê ya ku ewilî li navçeyên Sûr û Kayapinarê hat belavkirin, ji hêla malbatan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30