Waliyê Silêmaniyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Doğan Hatun, pêşwaziya Waliyê Silêmaniyê Haval Abubaker û heyeta pê re kir. 

Waliyê Silêmaniyê Haval Abubaker û heyeta pê re serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Piştî pêşwaziyê Hevşaredar Dogan Hatun û Abubaker hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de li ser xizmetên şaredariyê û geşedanên rojane nêrîn hatin guhertin. Abubaker ji hevdîtinê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji Hevşaredar Hatun re di xebatên wê de serkeftin xwest. 

Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û endamên meclîsê jî bi Hevşaredar Hatun re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30