Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer serdana hevşaredaran kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, aktivîstên Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer pêşwazî kirin.

Endamên Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer (International Physicians for the Prevention of Nuclear War-IPPNW) ku ji bo beşdarîkirina pîrozbahiya Newrozê ya Amedê hatin bajêr, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin. Ji bilî Hevşaredaran, Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, Hevşaredarên Şaredariya Kayapinarê Berivan Gulşen Sincar û Cengiz Dundar û endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) jî di serdanê de amade bûn.

Di serdanê de hêvî û pêvajoya aştiya civakî û nêrîna rêveberiyên herêmî ya li ser vê mijarê hatin rojevê. Dema ku di nav salekê de ji dema destbikarbûna Hevşaredaran de li ser polîtîkayên civakî û jinan ên şaredariyê nêrîn hatin guhertin, girîngiya hevkariyê û piştevaniyê hat destnîşankirin.

Hevberdevkên Meclîsa DBByê Emine Akin û Abdulselam Inceoren di serdanê de Hevşaredar bi tenê nehiştin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31