Şanoya Bajêr bi lîstika Keçelok derkete pêşberî zarokan

Lîstika Keçelok ya ku ji hêla Şanoya Bajêr a Bajarê Mezin a Amedê ve tê lîstin, behsa hêza bêhempa ya xweşbînî û safîtiyê dike û ji aliyê zarokan ve eleqeyeke mezin dît.

Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî de dixebitin, bi bernameyên ku her meh têne plansazkirin derdikevin pêşberî temaşevanan. Lîstika zarokan a bi navê Keçelok ku di bernameya meha adarê de cih girt, li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê hate lîstin. Lîstik ji aliyê zarokan ve bi eleqe hat temaşekirin. Lîstikvanên Keçelok ku zarok jî di lîstikê de cih girtin, bi muzîk û reqsên xwe jî bala zarokan kişandin.

Lîstika ku çîroka wê Celîl Toksoz nivîsand û derhêneriya wê kir, wergera kurdîya wê Kawa Nemir kir, Rêzan Kaya, Elvan Koçer û Şîlan Alagoz rol lê lîstin, serkeftina nazikî, paqijî û dilovaniyê vedibêje.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30