Piştgiriya terapiyê ji bo kesên astengdar

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi terapiya bi hespan kir ji bo xwendekarên bi sendroma down, otîzm, û nexweşiyên zêhnî û fizîkî ku ji Mala Bêhnvedanê sûd werdigirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, xebatên xwe didomîne da ku jiyana hemwelatiyên astengdar hêsantir bike û girêdanên wan bi jiyana civakî re xurttir bike. Di vê çarçoveyê de, xwendekarên ku ji Mala Bêhnvedanê ya Kayapinarê sûd werdigirin û bi sendroma Down, otîzm û nexweşiyên zêhnî û fizîkî ne, piştgiriya terapiya bi hespan wergirtin.

Xwendekarên ku bi servîsê ji Mala Bêhnvedanê ya Kayapinarê hatin anîn, li dezgeheke taybet bi hevaltiya perwerdekaran siwarî hespan bûn û rojeke xweş derbas kirin.

Armanc bilindkirina şiyanên ragihandinê ye

Bi terapiya hespan, tê armanckirin ku şiyanên kesanên astengdar di warên hevsengiyê, koordînasyonê, kontrolkirina helwestê (posturê), pêşketina motorîk a nazik, û şiyanên kognitîf û ragihandinê de werin bilindkirin.

Bi metoda terapiya hespan a ku diherikîne rehetbûna derûnî jî, hemwelatî dikarin xwe zûtir li hawirdora civakî adapteyî bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31