Pakêta Piştgiriya Zarokên Nû Çêbûyî hat destpêkirin

Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piÅŸtgiriya malbatan "Pakêta PiÅŸtgiriya Zarokên Nû Çêbûyî" dest pê kir.

Serokatiya Xizmetên Civakî, bi geÅŸkirina rewÅŸa aborî ya hemwelatîyan, ji bo zêdekirina hevkarî û alîkariya civakî xebatên xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Åžaxa Alîkariya Civakî, "Pakêta PiÅŸtgiriya Zarokên Nû Çêbûyî" dest pê kir.

Serlêdanan dest pê kirin

Bi sepandina "Pakêta PiÅŸtgiriya Zarokên Nû Çêbûyî", Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê hem barê malbatan sivik dike û hem jî dê beÅŸdarî kêfxweÅŸiya malbatan bibe. Serlêdan dê li ser ALO 153, Serokatiya Xizmetên Civakî Midûriyeta Åžaxa Alîkariya Civakî û sosyaldestek.diyarbakir.bel.tr bên kirin. Di "Pakêta PiÅŸtgiriya Zarokên Nû Çêbûyî" de "paçik, pedên paqijiyê, germîpîv, destmalên ÅŸil, cil û bergên zarokan, ÅŸampûya zarokan, krem ji bo piÅŸikê û çanteyên zarokan" hene.

Wergirtina Pakêta PiÅŸtgiriya Zarokên Nû Çêbûyî

Åžertên ji bo serlêdana zarokên nû çêbûyî ev in: Hemwelatiyên ku li Amedê dijîn û zarokên wan ên 0-1 mehî hene dikarin serî li Pakêta PiÅŸtgiriya Zarokên Nû Çêbûyî bidin. Kesê/a ku serlêdanê dike divê ji 18 salî mezintir be. Di hefteya 20-36an a ducanîbûnê de mirov dikare serî lê bide. PiÅŸtî zarokbûnê, bi raporta zarokbûnê ya zarok an jî bi nasnameya zarok a pêÅŸ û paÅŸ dikare pakêt bê wergirtin.

'Em ji bo hemû zarokên xwe jiyaneke bextewar dixwazin'

Di Pakêta PiÅŸtgiriya Zarokên Nû Çêbûyî ya ku dê ji malbatan re bê dayîn de dê peyama Hevserokên Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun cih bigire. Peyama HevÅŸaredaran wiha ye:

"DAYIK û BAVê me yên hêja

Em wek Hevserokên Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di vê roja we ya bi wate de, em dixwazin bi 'Pakêta me ya Zarokên Nû Çêbûyî' beÅŸdarî kêfxweÅŸiya we bibin.

Em ji bo ku dayikên me û zarokên me, ku nîÅŸaneya rojên xweÅŸ û dahatûyeke dilÅŸad in, di hawîrdoreke tendurist û civakeke aÅŸtiyane de bijîn, em ê xebatên xwe bidomînin.

Em te di van rojên destpêkê yên ezmûna dayikbûnê de pîroz dikin; em ji bo zarokê/a te yê/a hêja yê/a ku tu bi kedeke mezin mezin dikî û di ÅŸexsê wî/wê de, ji bo hemû zarokên me jiyaneke bi rûmet, azad û bextewar dixwazin."

 

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31