Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarok hem kêfxweş bibin û hem jî di çalakiyên bedenî û zihnî de cih bigirin, dest bi çalakiyên "Şahiya Biharê ya Zarokan" kir ku dê 4 rojan bidome.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdaran û Kal û Pîran û Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, bi hevkariya şaredariyên navçeyan di navbera 19-22’ê Nîsanê de li seranserê bajêr dest bi çalakiyên "Şahiya Biharê ya Zarokan" kir ku dê 4 rojan bidome. Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim û bi hezaran zarok beşdarî çalakiyên li Sumerpark, Taxa Huzurevlerî û Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê hatin lidarxistin bûn.
Zarok hem kêfxweş bûn hem jî fêr bûn
Di çalakiya ku bi pêşangeha hunerî ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ya navçeya Yenîşehîrê dest pê kir de, zarok beşdarî atolyeyên kodkirina robotîk, rîtm, resim, hunera ebru, drama û felsefeyê bûn.
Zarokên ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi çalakiyên bedenî û zihnî beşdarî geşedana xwe bûn, li Parka Barişê ya Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê jî bi futbol, basketbol, tenîsa kortê, dart, rêka dîwarê hilkişînê, rêka mala kêzikan, tenîsa masê, futbolîna masê, rengizandina rû û şahiya muzîkê bi kêfxweşî kêf kirin.
Zarokan li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê bi fîlma anîmasyon a bi navê "Şînok" derfeta temaşekirina sînemayê dîtin.
'Ez pir kêfxweş bûm, zarok kêf dikin'
Zarokan diyar kir ku çalakiyên hatine lidarxistin kêfa wan xweş kiriye û xwestin ku çalakîyên weha her berdewam bikin.
Yek ji zarokên beşdarî çalakiyan bû Berat Sevîm, diyar kir ku çalakiyeke pir xweş hatiye lidarxistin û got, "Ez pir kêfxweş bûm. Zarok pir kêfê dikin û ev der pir xweş e."
Zaroka bi navê Emîne Ozen jî aşkere kir ku derfeta lîstikê dîtiye û pir kêfxweş e.
Bêrîtan Dogan jî destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qada lîstikê ava kiriye û got, "Me lîstik lîstin. Wan rûyên me rengizandin. Me lîstikên hilkişînê lîstin."
'Bi çalakiyê me çanda xwe baştir nas kir'
Vildan Levent ji bo çalakiyên hatine lidarxistin spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir û wiha axivî: “Di çalakiya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hat lidarxistin de me çanda xwe baştir nas kir. Me li vir govend gerand. Di heman demê de me gelek lîstik lîstin. Bi saya van lîstikan hem ez hem jî zarokên din pir kêfxweş bûn."
Zarok Zeynep Demîr diyar kir ku ew bi lîstik û govendê kêfxweş bûne, Pervîn Vardar jî got, "Me li vir gelek lîstikên xweş lîstin, govend gerand, resim çêkir. Em pir kêfxweş bûn."
Â