Hevşaredar beşdarî ayîna Cejna Paskalyayê bûn

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji ber Cejna Paskalyayê beşdarî ayîna ku li Dêra Surp Giragosê hat lidarxistin bûn.

Li Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê ya navçeya Sûra Amedê, ji ber Cejna Paskalyayê ayîn hat lidarxistin. Ligel Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevseroka Şaredariya Çinarê Semra Akyuz, Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Bajêr Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, endamên meclisê û welatiyan beşdarî bernameya ayînê bûn.

Di ayînê de dua hatin kirin û mûm hatin vêxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31