DBB dê xwendekaran ji bo ezmûnên BESYO'yê bi awayekî belaş amade bike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê xwendekaran ji bo ezmûnên Dibistana Bilind a Perwerdeya Beden û Sporê (BESYO) û Lîseya Sporê bi awayekî belaş amade bike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê, ji bo piştgirîkirina ciwanan, dê kursên amadekirinê yên belaş organîze bike.

Serlêdanan dest pê kir

Namzetên ku dixwazin beşdarî kursên amadekirinê yên belaş ên Dibistana Bilind a Perwerdeya Beden û Sporê (BESYO) û Lîseya Sporê bibin, divê heta 23'ê Gulanê bi rêya lînkê https://form.jotform.com/dbbgencliksporkurs/besyovesporlisesi serlêdana xwe bikin.

Di kursên amadekirinê yên ku sînora kontenjanê nîne de, perwerdekarên profesyonel dê cih bigirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30