Hevşaredar Hatun seredana pêşangeha wêneyên zarokan kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di çarçoveya "Şahiya Biharê ya Zarokan" de li Sumerparkê seredana pêşangeha wêneyan kir.

Dema ku "Şahiya Biharê ya Zarokan" a ku ji aliyê Serokatiya Xizmetên Civakî, Serokatiya Xizmetên Ciwanan û Sporê, Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, Serokatiya Xizmetên Kesên Astengdar û Kalan, û Serokatiya Çapemenî û Têkiliyên Giştî ve ji bo kêfxweşiya zarokan û beşdarîkirina pêşveçûna wan a fizîkî û hişmendî hatiye organîzekirin di roja xwe ya çaran de berdewam dikir, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun seredana pêşangeha wêneyan a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê vebûyî kir.

Hevşaredar Hatun, ku seredana pêşangeha ji wêneyên zarokan pêkhatî kir, tabloyên pêşangehê lêkolîn kir û derbarê pêşangeh û xebatan de ji berpirsiyarên beşên peywendîdar agahî wergirt.

Di pêşangehê de, Serokê Xizmetên Ciwanan û Sporê Baran Yilmaz û endamên meclîsê hevrêtiya Hevşaredar Hatun kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30