Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Parka Jiyana Civakî û Qada Pîknîkê ya Karakoçê (Fîdanlik) rewşa heyî li cihê bûyerê teftîş kirin û der barê projeyên ku tê plankirin ku bên kirin de ramanên xwe parve kirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Parka Jiyana Civakî û Qada Pîknîkê ya Karakoçê (Fîdanlik) ya li ser rêya Çinarê ku girêdayî Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan e, lêkolîn kirin.
Qada Fîdanlikê dê ji serî heta binî bê restorekirin
Hevşaredaran der barê rewşa qada Fîdanlikê de ji yekîneyên peywendîdar agahî wergirtin û xwestin ku ji bo nirxandina qadê û sûdwergirtina gel, bi lez dest bi xebatan bê kirin. Serokatiyên daîreyên peywendîdar jî diyar kirin ku dê qadên werzîşê yên heyî yên li qada Fîdanlikê bi awayekî bingehîn bên nûkirin. Di çarçoveya xebatan de, tê armanckirin ku rûyên çîmê yên sentetîk bên nûkirin, sererastkirina peyzajê, rêyên meşê, kamelya û qadên kafeyan ji serî heta binî bên restorekirin.
Çêkirina tesîseke vehesîna werzişvanan di rojevê de ye
Her wiha tê armanckirin ku di qadê de di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê de hewzeke nîv-olîmpîk û tesîseke vehesîna werzişvanan bê çêkirin. Bi van projeyan re, armanc ew e ku ji bo bajêr qadên werzîşê yên modern û bi kalîte bên bidestxistin.
Piştî teftêşan, Hevşaredaran bi lîstikvanên Tîma Futbolê ya Jinan a Ciwan a DBB'ê re ku li qada Fîdanlikê rahênan dikir, wêneyek kişandin.
Di dema teftêşê de, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, Serokê Daîreya Karên Fen Serdar Bakiroglu, Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê Baran Yilmaz, Serokê Daîreya Îmar û Bajarvaniyê Murat Emînoglu, Hevberdevkên Meclîsa DBB'ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin jî bi Hevşaredaran re amade bûn.
Â