Zarok li şûngehên dîrokî yên bajêr geriyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi bernameya geştê kir, ku bi armanca gerandina zarokan li cihên dîrokî yên bajêr û agahdarkirina wan tê lidarxistin.

Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve, bi hevkariya şaredariyên navçeyan, ji bo xwendekarên di navbera 9-14 salî de ji bo nasandina nirxên dîrokî û çandî tê lidarxistin, zarokên ji navçeya Pasûrê hatin, derfet dîtin ku deverên girîng ên çandî yên Diyarbekirê li cih bibînin.

Bername bi Keleha Navîn dest pê kir

Zarokên ku bi otobusa Şaredariya Bajarê Mezin û bi mamosteyên xwe re ji Pasûrê hatin, ewilî serdana Keleha Hundir a dîrokî ya li navçeya Sûrê kirin. Li vir, bernameya ku bi taştêyê dest pê kir, Muzeya Diyarbekirê ji bo zarokan bû şûngeha geryanê. Di gera bi rêber de, girîngiya cihên ku zarok lê geriyan ji wan re hate vegotin.

Zarokan rojeke xweÅŸ derbas kir

Piştre zarok li şûngehên Mizgefta Mezin, Xana Hesen Paşa, Muzeya Bajêr a Qesra Cemîl Paşa, Mala Dengbêjan, Minareya Çar Ling, Pira Deh Derî geriyan.

Zarokên ku bi kêfxweşiyê rojeke xweş bi hevalên xwe re bihûrandin, wêneyên bîranînê kişandin.

Ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan ve di dema geştê de çenteya ku tê de t-shirt, şewqe, ava fêkî û av hebû wek diyarî ji zarokan re hate dayîn. Çalakî piştî xwarinê ku ji zarokan re hate dayîn bi dawî bû.

Bi projeyê tê armanckirin ku di hişê zarokan de hişmendiya dîrokê û hestiyariya xwedîderketina li mîrateya çandî were bidestxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31