Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî merasîma vekirina Parka Gulxanê bû ku ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve hatiye ber xizmeta gel.
Parka Gulxanê ku ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve li Taxa Şehîtlikê hatiye çêkirin, bi merasîmekê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokên Şaredariya Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Hevserokên Şaredariya Baxlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevseroka Şaredariya Farqînê Sevîm Bîçîcî û hemwelatî beşdar bûn.
Di merasîmê de hevseroka şaredariyê girîngiya zêdekirina deverên hêşîn ên ku gel dikare lê bêhna xwe veke anî ziman û got ku dê li Yenîşehîrê projeyên ku jiyana civakî xurt dikin bidomînin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî piştî axaftinê bi kurdî silav li gel kir û spasiya hemû kesên ku di çêkirina parkê de xebitîne kir. Hevşaredar Bucak, xwest ku Parka Gulxanê li hemwelatiyan pîroz be.
Piştî ku Hevşaredar Bucak û hevşaredarên navçeyan qurdele birîn û vekirina parkê pêk anîn, bi hemwelatiyan re govend girt.
Hevşaredar Bucak, ji aliyê zarok û jinan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Hemwelatiyan daxwaz û pêşniyarên xwe ji Hevşaredar Bucak re anîn ziman.