Lîstika ‘Mamoste Shakespeare’ hate pêşandan

Di 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê de, lîstika Mamoste Shakespeare ya Koma Hunerên Performansê ya Bogaziçiyê hate pêşandan.

Îro mêvanê Festîvala 10emîn a Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBŞMA) ve tê organîzekirin, Koma Hunerên Performansê ya Bogaziçiyê (BGST) bû ku bi lîstika xwe ya bi navê Mamoste Shakespeare derket pêşberî temaşevanan. Lîstikê ji aliyê ciwanan ve eleqeyeke mezin dît.

Lîstik li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê di du danişînan de hate pêşandan. Di lîstikê de rêwîtiyek di dinyaya helbestvan, nivîskarê şano û şanoger William Shakespeare de hate kirin. Ev pêşandana ku bi dîmenên ji berhemên nemir ên mamoste hatibû xemilandin, bi taybetî ji bo temaşevanên ciwan derfetek bû ku Shakespeare nas bikin.

Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş piştî pêşandanê plaket da lîstikvanan. Piştre gotûbêjek hat lidarxistin û temaşevanan lîstik nirxand.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31