Print this page

Şaredarî û Zanîngeha Dîcleyê civîna hevkarîyê ya li dijî afetan pêk anî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di têkoşîna li dijî afetan de bi Zanîngeha Dîcleyê re li ser bingeha hevahengî û hevkariyê civînek pêk anî.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Afetan, Serokatiya Daîreya Guherîna Avûhewayê û Sifir Avêjk bi Sekreteriya Giştî ya Zanîngeha Dîcleyê re li ser bingeha hevahengiya di navbera saziyên di têkoşîna li dijî afetan de, hevkarî û parvekirina tecrûbeyan civînek li zanîngehê li dar xist.

Di civînê de, xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê yên derbarê têkoşîna li dijî afetan de hatin nirxandin. Di civînê de, dîtin û pêşniyazên têkildarî "pêvajoyên akredîtasyon û perwerdehiya tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, hevkariya saziyî di dema afetê de û cihgirtina aktîf a welatiyên wek aktor di afetan de" hatin nîqaşkirin.

Biryar hat dayîn ku civînên wisa bên dubarekirin

Di civîna ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcleyê Haci Yilmaz, Serokê Daîreya Karûbarên Afetan Azad Yildiz û Seroka Daîreya Guherîna Avûhewayê û Sifir Avêjk Evîn Dînar beşdar bûn de, ji bo pêkanîna hevkariyeke domdar û pêkhatina têkiliyan biryar hat dayîn ku civînên wisa bên dubarekirin.

Bi vê civînê tê hedefkirin ku xebatên hevpar ên di navbera zanîngeh û rêveberiyên herêmî de li ser mijarên wek afet û avûhewayê werin meşandin.

 

Image Gallery