Print this page

Pîrozbahîya 1ê Gulanê li Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê

Piştî 8 salan, cara yekemîn li ber avahîya xizmetê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, bi beşdarbûna Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun pîrozbahîya 1ê Gulanê, Roja Ked û Piştevaniyê hat lidarxistin.

Pîrozbahîya 1ê Gulanê, Roja Ked û Piştevaniyê li ber avahîya xizmetê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê piştî 8 salan cara yekemîn pêk hat. Pîrozbahî bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê, Sendîkaya Hemû Karkerên Xizmetên Şaredariyê û Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) û Sendîkaya DÎSK Genel-Îş hat organîzekirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û her wiha xebatkarên şaredariyê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di çalakiyê de ku nûnerên sendîkayan jî amade bûn, bi def û zirnê govend hat gerandin û 1ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin. Hevşaredar Bucak û Hatun jî bi xebatkaran re govend gerandin.

Piştre Hevşaredaran Roja Ked û Piştevaniyê ya 1ê Gulanê li xebatkaran pîroz kirin.

 

Image Gallery