Print this page

Dest danîn ser 222 kîlogram berhemên dembihûrî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 222 kg berhemên ku dema bikaranîna wan derbas bûye desteser kir.

Di kontrolên xwarinê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin kirin de, dest danîn ser 222 kîlogram berhemên ku dema bikaranînê ya wan derbas bûye.

Tîmên Kontrolê yên Xwarinê yên girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û xebatkarên Serokatiya Daîreya Zabitayê, ji bo parastina tenduristiya gel û dabînkirina gihîştina welatiyan a xwarinên ewle, kontrolên xwe didomînin. Di çarçoveya kontrolên rûtîn ên ku ji aliyê Yekîneya Xwarinê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve tê meşandin de; dest danîn ser tevahî 222 kîlogram berhemên ku li gorî kodeksa xwarinê ne guncav bûn û dema bikaranîna wan derbas bûye.

Di nav berhemên ku hatine desteserkirin de 94 kg goştê mirîşk û elokê, 64 kg goştê sor, 4,5 kg kivark, 32 kg penîr, 10 kg sosa soyayê û 18 kg çay hene.

Li ser kargehan cezayê pereyan hat birîn

Ji ber nerastiyên ku hatin tespîtkirin, li ser kargehên têkildar cezayê pereyan hat birîn û berhemên ku hatin desteserkirin jî li gorî qanûnê hatin îmhakirin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo dabînkirina gihîştina gel a xwarinên ewle, tendurist û paqij, dê kontrolên xwe yên xwarinê bidomînin.

 

Image Gallery