Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxa Tirbespîya navçeya Kayapinarê xizmeta teftîşa tenduristiyê ya belaş pêşkêşî welatiyan kir.
Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, ku di 7 mehên dawî de li navenda bajêr û gundên dûr xizmeta teftîşa tenduristiyê ya belaş da 5 hezar û 100 welatiyan, ji bo parastina tenduristiya gel xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de xebatkarên tenduristiyê yên ku di Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê de wezîfedar in, li gundên dûr xizmeta tenduristiyê ya belaş pêşkêşî welatiyan dikin.
Teftîşa tenduristiyê ya welatiyan hat kirin
Ekîbên Şube Midûriyeta Karên Tenduristiyê ya Îdarî, li taxa Tirbespîya navçeya Kayapinarê, di çarçoveya teftîşa tenduristiyê de bi pêşengiya bijîşkî rewşa nexweşên welatiyan kontrol kirin, tansiyon, şekir û koma xwînê ya wan pîvan. Her wiha ekîban ji bo jinan derbarê şekir, tansiyona bilind û xurîn û gurrîbûnê (sarcoptes scabiei) de perwerde dan.
Welatiyên ku ji xizmeta teftîşa tenduristiyê sûd wergirtin, kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û xebatkarên tenduristiyê kirin.
‘Em gelek kêfxweş bûn’
Welatiya bi navê Yildiz Barsa diyar kir ku ekîba tenduristiyê ew muayene kiriye û got, “Tansiyona min, şekira min pîvan, tetkîkên me kirin. Kîjan kesê me gilî kir, eleqedar bûn. Ez gelek kêfxweş bûm.”
Reyhan Çetiner jî got ku xebatkarên şaredariyê hatine taxa wan û got, “Tansiyon û şekira me pîvan. Tenduristiya zarokên me kontrol kirin, em gelek kêfxweş bûn. Em gelek spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikin.”
‘Em spasiya kesên ked dane dikin’
Muxtarê Taxa Tirbespîyê Kadrî Çaka jî diyar kir ku ew ji xizmeta teftîşa tenduristiyê ya ku hatiye dayîn kêfxweş in û wiha axivî: “Hevalên Şaredariya Bajarê Mezin hatin gundê me û teftîşa tenduristiyê kirin. Temenmezin, jin û zarok teftîşa tenduristiyê ya pêwîst kirin. Em spasiya hemû hevalên ku ked dane dikin.”
Şaredariya Bajarê Mezin, bi berdewamkirina teftîşên tenduristiyê û perwerdeyan li navenda bajêr û gundên dûr, dê bo welatiyan gihandina xizmetên tenduristiyê bidomîne.