Print this page

Hevşaredar beşdarî mîtînga 1ê Gulanê bûn

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi boneya 1ê Gulana Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê, beşdarî mîtînga li Qada Îstasyonê bûn.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Odeya Tabîban a Amedê, bi boneya 1ê Gulana Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê li Qada Îstasyone mîtîngek li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, nûnerên sendîkayan û gelek kedkar beşdarî mîtîngê bûn.

Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî kortejan bûn û bi karkeran re heta qadê meşiyan.

Hevşaredaran bi welatiyên ku beşdarî mîtîngê bûn re sohbet kirin û 1ê Gulana Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz kirin.

Mîtîng, piştî axaftinên Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz, bi konserekê bi dawî bû.

 

Image Gallery