Print this page

Tîmên Agirkujiyê pezekî ku ketibû bîrê rizgar kir

Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxa Aydinlar a navçeya Bismilê, pezekî ku ketibû bîrê, di encama xebatên xwe de rizgar kirin.

Piştî agahdarkirina daxwaza rizgarkirina pezekî ku li taxa Aydinlar a navçeya Bismilê ya Amedê ketibû bîrê, tîmên ser bi Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ve zend û bend badan. Tîma agirkujiyê ya 5 kesî ku çûn taxa Aydinlar a 12 kîlometre dûrî navçeya Bismilê, duh ji bo rizgarkirina pezê ku ketibû bîra avê dest bi xebatê kir.

Tîmên ku bi alîkariya kemberê daketin bîrê, pezê asê mabû bi saxlemî ji bîrê derxistin û radestî xwediyê wî kirin.

 

Image Gallery