Agirê ku li depoya Sîteya 4. Pîşesaziya Otomobîlan a Amedê derket, bi koordînasyona Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û destwerdana tîmên îtfaiyeyê hate vemirandin.
Li depoyekî Sîteya 4. Pîşesaziya Otomobîlan a navçeya Kayapinarê di saet 17.49an de ji ber sedemeke nediyar agir derket. Piştî agahdarkirinê tîmên îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê û dest li agir werdan.
Tîmên ku bi 40 xebatkar û 5 wesayîtên girêdayî Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê mudaxale kirin, di demeke kurt de agir vemirandin û dest bi karên sarbûnê kirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn Sîteya 4. Pîşesaziya Otomobîlan û xebatên vemirandina agir li cihê bûyerê koordîne kirin. Hevşaredaran der barê agir de agahî ji tîmên îtfaiyeyê wergirtin.
Hevşaredar Serra Bucak der barê agirî de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev parvekirin kir: “Îro êvarê di saet 17.49an de li depoyeke xurdewatê ya li Sîteya 4. Pîşesaziya Otomobîlan a bajarê me agir derket. Sedema derketina agir piştî bayê dijwar xirabûna deriyê depoyê û di dema tamîrkirina wê de teqînên peyhev çêbûn. Der barê hûrgiliyên bûyerê de yekîneya me ya îtfaiyeyê dê agahiyan parve bike. 40 xebatkar û 5 wesayîtên me yên îtfaiyeyê mudaxale kirin. Her wiha tîmên AFADê jî li cihê bûyerê piştgirî dan mudaxaleyê. Agir beriya nêzî saetekê hate vemirandin, karên sarbûn û valakirinê dest pê kirin. Ji esnafên me re gelek derbasî be.”
Li gel Hevşaredaran, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û endamên meclîsê jî li wir amade bûn.