Print this page

Di dem û mekanî de sûretên bedenê

Mizgîn Bîlmen a ku li Almanyayê lîstikvaniya şanoyê dike, di çarçoveya 10. Festîvala Şanoya Amedê de xebata atolyeyê ya bi navê rejîsoriya şanoyê pêk anî.

Şanoya Bajarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) di çarçoveya 10. Festîvala Şanoya Amedê de li gel lîstikên ku ji bajarên cuda tên, xebatên atolyeyan jî berdewam dikin. Lîstikvana şanoyê Mizgîn Bîlmen, di xebata atolyeyê ya bi navê rejîsoriya şanoyê de sûretên bedenê di dem û mekanî de vegotin.

'Konsantrasyona xwendekaran pir baş e'

Perwerdekara Mizgîn Bîlmen got ku di çarçoveya xebata atolyeyê de, ew keşfeke li ser diyaloga hundirîn a bedenê bi mekan, dem û çalakiyê re pêk tînin; hewl didin ku helbesta tevgera ku ji nav hêdîbûnê derbas dibe bigirin. Bilmen anî ziman ku wan ji xebata atolyeyê encameke pir baş girtiye, tevî ku demeke kin e jî, konsantrasyona xwendekaran pir baş e. Bilmen, ku diyar kir ku ew ji pêkanîna vê xebatê li welatê xwe kêfxweş e, eşkere kir ku ew 20 sal in hesreta kirina şanoyekê li Amed an Mêrdînê dikişîne û ew pir serbilind e ku wek mêvana festîvalê hatiye.

'Me tevgerên ku divê di şanoyê de werin kirin, rahênan'

Mîrşah Zana Jîr ê ji kursiyerên DBŞT ku beşdarî xebata atolyeyê bûye jî, got ku ji bo wan atolyeyeke pir girîng bû, wan tevgerên ku divê di şanoyê de bên kirin meşq kirin û wiha axivî: "Beriya her tiştî, me dît ku naskirina bedena me çiqas ji bo şanoyê pêwîst e."

'Atolye ji bo me pir hînker bû'

Kursiyera şanoyê Belkîse Turk jî anî ziman ku atolye ji bo wan pir zehmet lê di heman demê de pir hînker bû û got: "Me tevgerên ku em bedena xwe baştir his bikin, hîn bûn. Min dît ku divê ev ne tenê li vir bimîne, divê em piştî ku em derkevin jî her roj bikin û têxin nav xwe."

 

Image Gallery